Tony Blair li bajêrê Sedgefield li bakura rojava Brîtanya, cihê ku ew jibo parlamanî hatibû hilbijartin, biryara xwe ragihand ku jimêj ve ye çaverê lê dihate kirin.
Rêzdar Blair dibêje ''Îro ez biryara xwe jibo nişandina rêberîya Partîya Kar radigihînim. Vêca nihe partî dê serokekî nû hilbijêrît. Li 27ê meha şeş-Xezîranê ez dê paşvekêşana xwe ji ofîsa serokwezîrî pêşkêşî Şahejinê bikim.''
Bi vî awayî piştî 10 salên hukmî, birêz Blair bi van peyvan dest bi karê veguhastina desthilatê kir.
Gelek alî li bendê ne ku Partîya Kar Wêzîrê Darayîyê Gordon Brown wekî serokê xweyî nû hilbijêrit ku dê rê bête xweşkirin, li 27ê meha şeş bibite serokwezîr li şuna Tony Blair.