Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jineke Endonezî ji ber Înfluenzeya Balindeyan mir


Karbidestên saxlemîya Endonezya dibêjin jineke Endonezî ya ducan ji ber Înfluenzeya Balindeyan mirîye û bi vê mirinê jimara kesên ku jiber vê nexweşîyê mirine gihîştîye 76an li vî welatî.

Karbidestan duşema îro gotin encamên ceribandin û testên labaratuarê piştrast kirine ku ew jina 26 salî roja şembîyê li Medan’a paytextê Sumtra ya Bakûr bi vîrusa H5N1 mirîye.

Ev jin roja pêncşemê dema ku ew birine nexweşxaneyê çar meh ducan bûye. Karbidest dibêjin ew jin bi awayekî têkil bûye bi teyr û tewalên ku bi nexweşînê ketine.

Di nav hemu welatan de herî zêde mirinên jiber Înfluenzeya Balindeyan li Endonezyayê bûne. Yên ku mirine sebebê mirina wan jiber ku bi giştî wan bi awayekî xwe têkil kirine bi teyr û tewalên ku bi wê nexweşînê ketine.

Zanist di wê tirsê de ne ku wê ev vîrus xwe biguherîne ser bi şiklekî ve ku karibe dinav însanan de jî belav bibe û wan nexweş bixe û bi vî awayî bibe nexweşîneke belav li hemu cîhanê.

XS
SM
MD
LG