Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadpirsek ferman dide ku Leyla Zana û sê endamên DTPê ji partîyê bêne derxistin


Dadpirsekî serekî yê Tirkîye ferman da ku partîya serekî ya Kurdan Partîya Civaka Demokratîk(DTP) çar endamên xwe yên ku têklatîya wan bi serhildayên cudaxwaz re heye derêxîne.

Yek ji wan çar kesan sîyasetvanekî namdar yê Kurdan e û ya din jî endama parlamanê ya berê Leyla Zana ye.

Partîya Kurdan dibêje ku di hilbijartinê de ew dê wan endaman wek berbijarên serbixwe pêşkêş bikin da ku ew endam karibin ji ser benda ji sedî deh qevaz bidin.

Ji alîyekî din ve partîya serekî ya rikeberîyê li Tirkîye û ya baskê çepê ji bo hilbijartina meha heft-Tîrmehê, hevgirtinek danan.

Partîya Komarî ya Gel (CHP) û ya jê piçuktir Partîya Çepa Demokratîk (DSP) dibêjin ew dê bihevre li hember partîya Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan ya desthilatdar; A.K. Partîya ku qirna wê îslamî ye kar bikin.

Bi rêya wê hevgirtina herdu partîyên sekularîst ango neolî dê Partîya Çepa Demokratîk karibe di ser benda ji sedî 10 qevaz bide û di hilbijartinan de derbasî parlamanê bibe.

XS
SM
MD
LG