Heta nihe jimareka navan hatîye ragihandin da ku li şuna Paul Wolfowitz bibine serokê Banqa Cîhanî, yek ji enstîtuyêt herî mezinên cîhanî.
Wolfowitz li roja pêncşembî karvekêşana xwe ragihand piştî ku vekolîna navxweya
Banqayê gehîşte wê bawerîyê ku wî prensîpêt exlaqî şikandibûn dema pilleya hevkareke xwe ya jin Şaha Reza, ku karmendeka Banqê ye û bi resend Brîtanî ye, bilind kiribû û qedereka diravî ya mezin bo wê ji Wezareta Derve wergirtibû.
Seraya Sipî dibêjit ku serok Bush dê hilbijartina serokê nû yê Banqa Cîhanî bilezînit.
Welatên Yekgirtîyên Amerîka ji mezintirîn xudan sehm û senedên Banqa Cîhanê ye û li dûv adetan hemî caran serokê Banqa ku piştî Şerrê Duwê yê Cîhanî hatîye damezirandin ew hilbijêretin.