Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF li Efrîqa bizavê dike ku zarokên serbaz bêne berdan


Li Komara Efrîqa Naverast UNICEF danustendinan destpêkirîye li ser berdana bi sedan zarokên serbaz yêt ku digel hêzêt serhilda ne li bakura rojhilata wî welatî.

Sindoqa harîkarî kirina zarokan ya Neteweyêt Yekgirtî UNICEF evro got wê digel serhildayan dest bi danustendinan kirîye da zarok vegerînev ser jîyana xwe ya adetî.

UNICEF dibêjit çaverê diket desteya yekê ya ji wan zarokan, serê heyva şeş-Xizîranê bêne berdan.

Roja eynîyê wê ajansa Neteweyêt Yekgirtî ragihandibû ku serhildayêt Hêzêt Yekîtîya Demokratîk razî bûye ku 400 zarokêt serbaz berdet.

Karbidestêt UNICEF dibêjin rêberê wê komelê general Demîn Zekerîya weke destpêk, lîsteyek daye UNICEF ku têde hatîye dê 220 zarok azad kin.

Bo bidomahî înana hemî kiryarêt neyarîyê, wê komela serhilda heyva buhorî rêkeftineka aşîtîyê digel hikumeta Efrîqa Naverast mor kiribû.

XS
SM
MD
LG