Karbidestên asayîşa Iraqê dibêjin pêncşema îro bi teqîna otomobîleke bombebarkirî li navenda Bexda bi kêmî 23 kes hatine kuştin û zêdeyî 50 kes jî brîndar bûne.
Polîs dibêje teqîn li nîvê rojê qewimîye li nav otomobîleke ku li meydana Tayeran parq kirîbûye li navçeyeke serekî ya bazirganî. Piştî wê bi demeke kurt otomobîleke din ya bombebarkirî li navçeya Amil bû egera kuştina 15 kesan.
Di bûyereke cuda da karbidestên Iraqî dibêjin nêzîkî 40 çekdar ku cil û bergên polîsan li wan bû bi kêmî sê rojavayîyan li avahîya Wezareta Derve li Bexdayê revandine. Raportên cuda cuda wan kesan yan wek Brîtanî yan jî wek Almanî dinasînin.
Li heman dem Leşkerê Welatên Yekgirtîyên Amerîka dibêjin roja duşemê heyşt serbazên Amerîkî li du bûyeran de li parêzgeha Diyala hatine kuştin li bakûra rojhilata Bexda.
Leşker dibêje şeş serbaz hatine kuştin li dema ku bombeya li ser caddê bi ser otomobîla wan ve teqîyabû û du kes jî di bûyera ketina helîkopterekê da hatine kuştin.