Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dêrsimê du serhilda hatin kuştin û Dr. Cebbar Qadir kiryarên Tirkîye nirxandin


Hêzên Tirkîye li rojhilata welatî di şerrekî bi şev de li Tuncelî (an ku bi Kurdî li Dêrsîmê) du serhildayên din yên Kurd kuştin.

Şerrê dawî îna îro derket li devera ku hêzên hikumetê li dij Partîya Karkerên Kurdistanê an ku PKKê dest bi kiryarên leşkerî kiribûn.

Leşkerê Tirkîye got sê milîtanên Kurd li heman deverê roja pêncşemê hatibûn kuştin.

Li du raportên agahîyê Tirkîye hêzên xwe yên leşkerî li başûra rojhilata welatî kom kirîye bi armanca ku ji ser sînorê Iraqê derbaz bibe û êrîşî PKKê bike li Herêma Kurdistana Iraqê.

Hevkarê me Belên Salih digel Dr. Cebbar Qadir li ser vê babetê hevpeyvînek kirîye û hun dikarin li vê hevpeyvînê li bernameya îna îro 1ê meha şeş Xizîranê ya sala 2007an di nav bernameya 2ê piştî nîvro de guhdarî bikin.

Dr Cebbar Qadir behsa seredana General Oxuz Çelîkkol yê Tirkîye dike ku dibêje ew do an pêr gihîştîye Bexda û bi Iraqî û Amerîkîyan re li ser kiryarên leşkerî yên Tirkîye yên bi derbazbûna sînorê Iraqê ve peyivîye.

Dr. Qadir dibêje kiryareke bi vî awayî ne bi dilê Amerîkîyan e ji ber ku wê ew rewşa aramîya Iraqê aloz bike û Yekîtîtîya Ewropa jî naxwaze ku Tirkîye bi rêya kiryaran ew mesele çareser bike ji ber ku mesele ne tenê meseleyeke tenahîyê ye.



XS
SM
MD
LG