Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîye heyşt serbaz hatine kuştin


Karbidestêt parastina Tirkîye dibêjin evro di hêrîşekê da li ser bingeheke leşkerî li rojhilata vî welatî heyşt serbaz hatine kuştin.

Karbidest dibêjin li hêrîşa evro ku li parêzgeha Tuncelî-Dêrsimê hatibû kirin, çend kes birîndar bûn, demê serhildayan bi otomobîlekê çûyîne bingehêt wan da û narincok havêtîn.

Çi kesê berpirsyarîya hêrîşê bi stuwê xwe ve negirtîye ku li deverekê hatîye kirin ku serhildayêt Kurd bi bizav û livîn in.

Leşkerê Tirkîye roja yekşembî bingeheke serhildayêt Kurd li bakûra Iraqê da ber topan. Lê Hêzêt Peyade ser bi tixubî re derbaz nebûn.

Tirkîye eve heyamek e hêzêt xwo li nêzîkî tixubê Iraqê ve xirve diket.

Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates huşdarî daye Tirkîye da hêzêt xwo derbazî bakûra Iraqê neket bo hêrîşêt ser serhildayêt Kurd ku bi hêrîşêt terorîstî li Tirkîyê hatine binaskar kirin.

Li başûra rojhilata Tirkîye, ku xelkê lê dijî bahra pitir Kurd in, ewey sala 1984ê Partîya Karkerên Kurdistanê an ku PKK bo otonomîyê şerr diket.


XS
SM
MD
LG