Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad dibêje niha derenge ku bernameya Tehranê bê ragirtin


Serokê Îranî Mahmud Ahmedînejad dibêje niha zêde derenge bernama navokîya Tehranê bê ragirtin.

Seşema îro di gotarekê da li Tehranê birêz Ahmedînejad huşdarî da Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî li dijî danana toleyên zêdetir li ser Îranê û ew wek "yarîya zarokan" da nasîn.

Belê peyivdarê Wezareta Derve ya Amerîka Sean McCormack wê gotina rêzdar Ahmedînejad wek "gotinek beredayî" anî zimên. Wî got ji bo Îranê hêj ne dereng e ku dev ji zax kirina uranyumê berde û danustandinên li ser bernameya xwe ya navokî bike.

Civata Tenahîyê xwe amade dike ku sêyemîn cureyên toleyan deyne ser Îranê ji ber ku Tehran dev ji zaxkirina uranyumê bernade. Zax kirina uranyumê hem bi kêrî çêkirina çekên navokî tê hem jî dibe kereste bo berhem kirina tîn û enerjîyê.

Wezîrê Derveyê Almanya Frank-Walter Steinmeier îro bi navberê serekî yê danustendinên navokî yên Îranê Alî Larîcanî re kom bû lê belê di derbarê vê kombûnê de agahîyên bi dûr û dirêjî hêj amade nînin.

XS
SM
MD
LG