Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gates dibêje pêdivîya Amerîka bi bingeha leşkerî li Kirgizistanê heye


Welatên Yekgirtîyên Amerîka nûke nêzîkî 1200 serbaz li Kirgizistanê hene ku li wêrê ji alîyê hewayî ve piştevanîya hêzêt Amerîkî dikin li Afganistana cîran.

Piştî kombûnekê digel hevberê wî yê Kirgizî li Bîşkek'a paytexta Kirgizistanê, Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Robert Gates got bingeha Hewayî ya Manas bingeheke serekî ye li şerrê dijî terorîzmê.

Rêzdar Gates dibêje ez bawer dikim ya girîng bo xelkê Kirgizistanê ew e ku têbigehin bikarînana bingeha Manas piştevanî ye bo şerrekî mestir dijî terorîzmê ku Kirgizistan endamek e di wê hevalbendîyê da ku çaverê tête kirin ku hemî welatêt cîhanê li paşerojê pişikdarîyê di vê hevalbendîyê de bikin.

Kêşeya li ser wê bingeha hewayî ya Welatên Yekgirtîyên Amerîka zêdetir dibit li wê herêma stratejîk.

Welatê Çînê û Rusyayê bizavê dikin ku leşkerê Amerîka ji Kirigizistanê bête vekêşan.

Alîyêt hevrêk li wî welatê Yekîtîya Sovyeta berê jimara wan zêdetir dibit piştî çend serpêhatîyêt ku jiber leşkerê Amerîka qewimîbûn.

XS
SM
MD
LG