Polîsê Alman li havîngeha Heiligendamm'a li bakûra Almanya li qerexê Behra Baltik avê reşande bi hezaran xwenîşanderên ku jibo li dijî kombûna G-8 xwenîşandan bikin.
Polîs got wan avê bi ser xwenîşanderan ve reşand piştî ku wan xwenîşanderan ber û keviran avêtine polîsan. Bi kêmî heyşt polîs brîndar bûne.
Roja çarşemê heta demek dereng piştî nîvro, karbidest dibêjin xwenîşanderan sê rêyên serekî ku ji firokexaneyeke xwecihî tê cihê kombûnê xitimandine. Polîs dibêje wan nîyet heye ku neh hezar xwenîşanderên ku li nêzî cihê kombûnê trafîkê dagirtine ji ser rê dur bixin.
Ji alîkî din ve Dadgeha Desturî ya Almanya biryara dadgeheke jêrîn pejirand ku xwenîşandanên roja pêncşemê berbend dikir li nav dorpêça tenahîyê ya 12 kîlometre li dora Heiligendamm. Lê belê hêj berî ku dadgeh biryarê eşkere bike hin xwenîşandar gihîştibûne cihe kombûnê.