Dadgeheka Iraqî ragehand ku hukimê şeş karbidestêt berî yêt rijêma Seddam Hûsên bi tawana cînosayda Kurdan li vê mehê dê hête dan, ku yek ji wan Elî Kîmyawî yê pismamê Seddamî ye.
Dadgehê roja yekşembî ragehand ku hukimê wan li roja 24 vê mehê dê hête dan.
Her şeş karbidestên berî hatîne tawanbar kirn bi tawana Enfal li sala 1988, ku dadpiris dibêjin bi kêmî 180,000 Kurd li wê operasyonê hatin kuştin.
Tawanêt dijî wan karbidestêt berî cînosayd, tawanêt şerî û tawanêt dijî mirovayetî bi xwe ve digirît.
Desteya dadpirisa daxaza hukimê sêdare danê bu pismamê Seddamî, Elî Hesen El-Macîd diken.