Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Iraqê peyivdarê Sinnî yê kêşeliser ji kar daxist


Parlamana Iraqê deng da ku peyivdarê xwe yê Sinnî ji kar derxe piştî ku di derbarê vî qanundanerî de komek miştûmir hate kirin.

Karbidest dibêjin duşema îro li Bexda 113 ji 168 endamên amade li parlamanê dengê xwe dane ku peyivdar Mahmud El Meşhedanî ji kar derînin.

Qanundaneran heftîyekê dan komika Erebên Sinnî di parlamanê da ku li şûna wî berbijarekî nîşan bikin. Di vê navê da wê cîgirê Meşhedanî Xalid El Ettîyeh li şûna wî kar bike.

Meşhedanî bi axaftinên xwe yên bêkeys tê nasîn û dibêjin roja yekşemê nobetdarekî wî bela xwe li endamekî parlamanê xistîye.

Di vê navê de Wezîrê Karên Diravî yên Brîtanya Gordon Brown'ê ku çaverê tê kirin wê bibe serokwezîr, îro li Bexda bi serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî re kom bû.

Balyozxana Brîtanyayê dibêje Brown jibo rojekê çûye wir da ku xwe bi xwe bala xwe bide rastîyên deverê ku sibê-ro li şûna Tony Blair bibe serokwezîr ew biryarên xwe li dû vê çavdêrîyê bide.

XS
SM
MD
LG