Îro li Iraqê gelek mizgeftên Sinnîyan ketin ber êrîşan, rojek piştî ku milîtanên gumanlêkirî yên El Qaîde li Samarra bombe bi ser mizgefta pîroz ya Şî'ayan ve teqand.
Ji do ve ye, ji dema ku li Samarra milîtanên gumanlêkirî yên El Qaîde êrîş kir ser mizgefta Askerîye û heta niha ev bûne şeş mizgeftên Sinnîyan ku an hatine şewitandin an jî ketine ber êrîşên bi bombeyan.
Di wan êrîşan de tu zîyana can û malên xelkê nehatîye ragihandin.
Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî dibêje wan bizavên tenahîyê li dora cihên olî zêde kirine û dest bi bizavên jinûve avakirina mizgefta Şî'ayan kirîye.
Karbidestên Iraqê li Bexda û Samarra hatin û çûnê qedexe kirîye lê belê dîsa jî Iraqî li dij wê êrîşa Samarra xwenîşandan dikin, li taxa Sadr'a Bexda ku xelkê lê dijî bi piranî Şî'a ne,
Herwisa li Necef û Basrayê jî xwenîşandan hatine kirin.
Ji alîyekî din ve Leşkerê Amerîka dibêje wan ji roja çarşemê heta niha 25 terorîstên berguman girtine.