Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî teqîna mizgeftê li Basra çûn û hatin hatîye berbend kirin


Serokwezîrê Iraqê îro hatin û çûnê li Basra ji bo demek nedîyar qedexe kir, piştî ku bombeyek li mizgefteke pîroz ya Sinnîyan li bajêrokekî nêz hate teqandin.

Çekdaran li bajêrokê Zubeyr bombe bi ser mizgefta pîroz ve teqandin lê belê tû kes pê nehatîye kuştin an jî brîndar nebûye. Ji dema ku milîtanên bergumanên El Qaîde roja çarşemê li Samarra bombe bi ser Mizgefta Askerîye ya pîroz ve teqandin û heta niha êrîş li bikêmî şeş mizgeftên Sinnî têne kirin.

Ji alîyekî din ve komeleyeke ser bi El Qaîde ve dibêje wan 14 serbazên Iraqî û polîsekî kuştine piştî ku muhleta dabûn derbaz bûye.

Wê komeleyê roja pêncşemê li ser înternetê vîdyoyek belav kir û têde nîşan dida ku xirabkarên ku ruwê wan pêçayî bû, gulle berdidan serê Iraqîyan.

Wê komeleyê roja duşemê gefe kiribû ku eger hikumet girtîyên Misilmanên Sinnî bernede wê ew jî wan serbazan dinav 72 demjimêran de bikujin.

Roja pêncşemê li Iraqê çar serbazên Amerîka di şerr de hatin kuştin

XS
SM
MD
LG