Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê di hêrîşekê de heft zarok hatine kuştin


Hêzêt Hevalbendîyê bi rêberîya Amerîka li Afganistanê dibêjin li hêrîşêt firokan li ser avahîyêt ku guman dihate kirin milîtanêt El Qaîde li wêrê xwo veşartibû, heft zarok hatibûn kuştin.

Hêzêt Hevalbendîyê evro di belavokekê da got agahî gihîştibûne wan ku serhildayan li wî avahî bûn ku ji mizgeftekê û xwendîngeheke olî pêk dihat.

Peyivdarê Hêzêt Hevalbendîyê got demê zêrevanî li wî avahî dihate kirin, dîyar nebû ku çi zarok li wêrê bûn.

Belavokê got we bawer tête kirin ku li hêrîşa roja yekşembîyê li parêzgeha Paktel li rojhilata Afganistanê çend milîtan jî hatibûne kuştin.

Belavavoka Hêza Hevalbendîyê dibêjit şahidêt ku ji wê hêrîşê rizgar bibûn gotibû ku milîtanat nedihêla ku zarok ji wî avahî derkevin.

Peyivdarekê Hêzêt Hevalbendîyê got hêzêt wan mixabinîya xwo dîyar diken ku bêguneh hatine kuştin. Wî got eve nimuneyeke dî ye ku El Qaîde mizgefta medenîyêt bêguneh weku mertal bo xwo bikar tîne.

XS
SM
MD
LG