Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Necdet Sezer biryara referandûmê veto kir


Serokkomarê Tirkîye qanûna pêşnîyar kirî veto kir, ya li ser ku ka gelo bila serokê welatî meha were ji alî gel ve bê hilbijartin an jî ji alî parlamanê ve bê hilbijartin.

Serokkomar Ahmet Necdet Sezer duşema îro ew qanun red kir ku ji alî Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan serokê hikumeta Tirkîye ya qirnên wê Îslamî ve hatibû pêşkêş kirin.

Li gorî wê qanunê wê referandum ji bo hilbijartina serokî bihata kirin di heman demê hilbijartinên giştî yên parlamanê de li 22ê meha heft-Tîrmehê.

Bi vê veto kirinê rêzdar Sezer'ê ku sekularîst e û gelek caran ew û hikumeta rêzdar Erdogan li hev nakin, referandumê heta piştî hilbijartinên 22ê Tîrmehê bi başvexist. Rêzdar Sezer got kirina referandumeke li 22ê Tîrmehê bê wate ye û li dijî destûrnameya Tirkîye ye.

XS
SM
MD
LG