Karbidestên Tirkîye dibêjin sê serhildayêt Kurd û yek serbazekî Tirk hatine kuştin di şerrekî de li rojhilata Tirkîye.
Karbidestêt Tirkîye evro got ew serhildayî bi şevê hatine kuştin li Erzincanê.
Bi kêmîve çar serbazêt dî di wî şerrî da brîndar bûne.
Li parêzgeha Gumuşhane, li bakûr, yek serbaz hate kuştin ku serhildayêt Kurd hin bizav li wê deverê nîne.
Partîya Kargerêt Kurdistanê PKK, ewey sala 1984ê şerrî diket bo otonomîyê bo herêma başura rojhilata Tirkîye, ku piranîya xelkê deverê Kurd in. Di wan şerra de pitir ji 30 hezar kes hatine kuştin.
Amerîka, Tirkîye û Yekîtîya Ewropî, PKK bi komeleka terorîst didine nasîn.