Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibêjin Koreya Bakûr muşekekê avêtîye behra Japanê


Raporteka ragihandina Japanê dibêjît Koreya Bakûr muşekeka nêzîkhavêj havêta behra Japanê.

Radyoya NHK di raporta xwe da got ku evro ew muşek hatîye havêtin. Lê karbidestêt Japanî û Koreya Başûr ew raport piştrast nekirîye.

Li meha heft li sala buhurî Koreya Bakûr kêşeyeka navnetewî peyda kir demê muşek ceribandîn, ku muşekên durhavêj bûn.

Herwisa Pyongyang yekemîn ceribandina xwe ya navokî li meha deh kiribû.

Japan di xemê da ye sebaret ceribandinên muşekan li Koreya Bakûr ku ewey sala 1998ê destpêkirîye, demê muşekeka durhavêj di ser erdê Japandê de derbaz bûy û keftîye nav oqyanusa Pasîfîk da.

XS
SM
MD
LG