Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Washington civînek li ser Tirkîye, Iraq û paşeroja Kerkukê çêbû


Ji bilî girîngîya aborîya bajarê Kerkukê jibo hemu alîyan û girîngîya wê jibo Kurdan û eger hat û herêmeke Federalî ya Kurdan yan dewleteke Kurdan dirust bû, belê Cengîz Çandar bawer diketin ku Kerkuk jibo Tirkîye maneyeke kulturî jî heye.

Ew dibêjetin ''Kerkuk jibo Tirkan tête hejmartin weka bajarekî dîrokî yê Tirkîye yan Tirkmana û her careka din navê Kerkukê bêtin, me peywendîyeke gelek qayîma kulturî digel Kerkukê heye.''

Cengîz Çandar rojnamevanê navdarê rojnama Turkish Daily News e û mamosta ye li Zankoya Îstanbul Kultur û herwisa taybetmendê dîrok û sîyasetên rojhilata naverast e. Wî bi eşkereyî got Tirkîye hessasîyet li hemberî behsê Kerkuk heye.

Belê profesor Henri Barkey sê xemên Tirkîye li bakûra Iraqê daêxistine berçav; ji bilî Kerkukê PKKê û îhtîmala damezirandina dewleteke serbixwe ya Kurdan, belê dema tu zêde pêde biçî digel karbidestên leşkerî, wî got, ew dê pitir pênasînê bikin ku xema wan ya mezin dewleta Kurdî ye û eve bûye babeta şerrê nêvbera leşkerî û hikumetê di Tirkîye de.

Wî got bi tenê sistîya hikumetê bakûra Iraqê bû, lawazî jiber hindê ye; hêjta PKK li wir e û çi kar nehatîye kirin, Amerîka û hikumeta Herêma Kurdistanê çi nekirîye, çinku pirsa Kerkukê çareser nebûye û îhtîmala dirust bûna dewleta Kurdî heye. Ev hersê pirs ji alî hikumeta Tirkî ve nehatine kontrol kirin, wê ne karibûye sengîyê li ser Amerîka danît. Hikumeta Tirkîye dikaribû sengîya dîplomasî li ser hikumeta Iraqê yan Kurdên Iraqê danîtin û eve ya bûye xema leşkerî. Û dema ku tu berê xwe bidî pirsên navxweyî yên Tirkîye dê sernekeftina hikumetê têde bînî.

Henri Barkey profesor û serokê pişka têkelîyên navnetewî ye li Zankoya Lehigh û taybetmendê têkelîyên navnetewî û rêbazên rojhilata navîn e bi taybet, destûdarêt Tirkîye û Kurdan.

Cengîz Çandar jî şarezayê sîyasetê û aborîyê ye û demekî şîretvanê serokê berê yê Tirkîye Turgut Ozal bû, bo pirsên derve. Ew bawer diketin eger bi awayekî sîyasîyê rastbîn berê xwe bideynê, Kerkuk nimuneke piçûk e jibo yekbûna Iraqê, jiber firehnijadîya wê. Belê eger bi zorê kefte nav sînorê Herêma Kurdistanê, Kerkuk dê bibit egera nerehetîyan.

Ew dibêjit eger bi zorê Kerkuk bû pişkeke dewleteke serbixwe ya Kurdan yan Herêma Federalî ya Kurdî, ew dê pitir gazê birijîne ser tundûtûjîyên heyî. Jiber ku Ereb jî li dijî hindê ne, Turkman li dijî wê ne û ev renge pêşveçûn dê gefeyê bike ser yekbûna Iraqê, û Tirkîya dijî hindê ye û ew pê nexweş e.

Rêzdar Çandar dibêjetin "Navkirina PKKê bi rêxistineke terorîstî û bi gazinda ji karên wan qet pirsgirêk çareser nabitin. Eve pirseke navxwe ya Tirkîye ye. Ew pirseka Tirk û Kurdan e, ew pişkek e Pirsa Tirkîye ya Kurdan e. Erê PKK rêxistîyeke terorîstî ye belê ew rêxistî tundûtûjîyan bikar tînîtin bo gihîştina armancên xwe. Erê ew pişkek e ji pirseka neçareserkirîya berfireha Pirsa Kurdan li Tirkîye, û eger hun berê xwe nedin vê pirsê ji hemu alîyan ve, dinav çarçovê Pirsa Seranserî ya Kurdan li Tirkîye û pirsên dî yên herêmê, em her dê daxuyanîyên xwe yên sîyasî dubare bikin û gazinda ji terorîstan bikin û rewayî bidine helwestên xwe û gotinên xwe dubare bikin."

Cengîz Çandar pênasîn kir ku PKK bi gelek rengan tête naskirin; rêberê wan di zindana Tirkîye de ye û fermanan didetin, çekdarên wan li çîyayê Qendîlê ne û qumandar hene, xelk jî hene bi navê wan qaçaxçîtîya esrar-tiryak û muxaderata dikin li jêr kontrola dezgehên zanyarî yên çend welatên rojava, û ya ji hemuyê jî girîngtir, alîgirên wan di Tirkîye de hene û niha xwe jibo hilbijartinên Tirkîye berbijar dikin.

Maye em bêjin Wilson Center, navendê mêvandarîya vê konferansê kirî li sala 1968ê bi biryareke Kongresa Amerîkî hate damezirandin û bo rêzgirtinê li serokê Amerîkî Woodrow Wilson ku ew ji sala 1913ê heta 1921ê serokê Amerîka bû. Wilson Center navendeke vekolîna ye bo lêkgihandina şarezayan li Washington DC û dirust kirina pirek e di nêvbera wan da û karbidestên hikumetê û Kongresa Amerîkî.

XS
SM
MD
LG