Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li başûra Bexda pênc serbazên Amerîkî hatin kuştin


Leşkerê Amerîkî li Iraqê ragihand ku li encama peqîna bombeka kenar şeqamê pênc serbazên Amerîkî li başûra Bexda hatine kuştin.

Leşkerê Amerîkî di beyannamekê da evro eynî ragihand ku ev serbaz roja pêncşembîyê hatibûne kuştin û di wê hêrîşê da heft serbazên dî yên Amerîkî birîndar bûne.

Leşkerî ragihand ku xirabkaran teqe li serbazan kir piştî peqandina wê bombê, û serbazekî dî yê Amerîkî bi peqîna bombeyeka dî ya kenar şeqamê roja pêncşembîyê li Bexda hatîye kuştin.

Ji layekî dî ve xirabkaran evro eynî luleyeka veguhastina niftê li başûra Bexda peqand û leşkerê Amerîkî ragihand ku serbazan sê terorîstên gumanlêkirî kuştin û 26ên dî girtin di çend operasyonan da li seranserî Iraqê.

XS
SM
MD
LG