Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çaverê tê kirin ku serok Bush vê heftîyê rûbirû pitir sengîyan bibit li ser şerrê Iraqê


Çaverê tête kirin ku vê heftîyê serok Bush rûbirû pitir sengîyê bibît li ser pirsa Iraqê demê Civata Senatoran dest bi kombûna biket li ser xercîya leşkerî.

Rêberê Demokratan di Civata Senatoran da li ber in jimareka benda bêxine nav desthilata xercîya wezareta berevanîyê da weku birîna xercîya şerra piştî meha Nîsana bêt an ku li sala bêt û şert û mercêt nû bo amadeyîya Hêzêt Amerîkî.

Ev kombûne dê hêne kirin di wextekî de ku jimareka endamêt Kongresê ji Partîya Komarî piştevanîya xwe vekêşaye bo rêbaza serok Bushî bo Iraqê û dibêjin ew nema îndî piştevanîya stratejîya wî dikin.


Rojnama New York Times evro radigihînit ku mişt û mir di nav Seraya Sipî da tund dibît li ser ka herê pêdivîye rêzdar Bush bizavê biket da çi pitir endamêt dî yêt Kongresê ji Partîya Komarî xwe ji wî dûr êxin an ne.

Ew jî ew e ku rabigihînî dê Hêzêt Amerîkî bere bere ji Bexda û bajêrên dî bêne vekêşan.

XS
SM
MD
LG