Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IAEA dibêje Îranê zaxkirina uranyumê sist kirîye


Serokê Ajansa Hêza Atomîya Navnetewî (IAEA) dibêjît Îranê zaxkirina uranyumê sist kirîye.

Evro li Vîyena Muhamed'l Baredeî got lêvekolêt Ajansê we dîtîye ku zaxkirina uranyumê li sazgeha navokîya Natanzê sist bûye û deng û bahsêt dî yêt rojnama Washington Post dibêjît Ajansa Hêza Atomîya Navnetewî di xema avahîyeke nû de ye ku tête ava kirin û wêneyêt satelaytê we dîyar dikin ku dinav çîya de tête ava kirin nêzîkî sazgeha Natanz.

Raportê li ser zarê peyivdarekî Ajansê vegerave dibêjît Îranê rohn kirin dayne Ajansê, sebaret wê ava kirinê, lê peyivdarî çiyê pitir negot.

Rojname dibêjît ajansên agahîyan û şareza vekolînê li ser wêneyêt satelaytan diken da bizanin ka Îran bizavê diket sazgehêt li jêr erdî ava biket da ji êrîşeke leşkerî bi parêzet an ne.

XS
SM
MD
LG