Wezîrê Derveyê Iraqê duşema îro huşdarî da û got xwevekêşaneka zû ya hêza Amerîka ji Iraqê dikare welatî têxe nav şerrekî navxweyî ku ew jî “hilweşandina” vî welatî ye.
Wezîrê Derveyê Iraqê Hoşyar Zebarî got bêy hêzên bîyanî Iraq wê ji alî asayîşê ve têkeve tengasîyekê û hêza Iraqî hêj amade nîne ku xwe-bixwe welatî kontrol bike.
Di van rojên dawî de li Iraqê zêdeyî 250 kes hatine kuştin. Roja şemîyê qamyoneke bombebarkirî li bakûra Iraqê bû sebebê mirina 150 kesan.
Îro li Iraqê bi êrîşan tevî neh serbazên Iraqî yên ku li bakûra paytextê bombeke ser rê bi ser wan de teqîya, bi kêmî 22 kes hatine kuştin.
Ji ber van tundûtûjîyên dawî, sîyasetmedarên Şî’a û Sunnî ji xelkê sivîl xwestine ku ji bo ku xwe biparêzin çekan hilgirin.
Herwisa îro Wezîrê Derveyê Iraqê got Tirkîye hêza xwe ya bi 140 hezar serbazan li ser sînorê Iraqê kom kirîye.