Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibêjin Bush ji Qaddafî re nameyekê şandîye jibo têklatîyên xurttir


Ajanseke nûçeyên Lîbyayê dibêje serok Bush ji rêberê Lîbyayê Muammer Qaddafî re nameyekê nivîsîye ku têde dibêje Washington dixwaze têklatîyên xwe yên bi Lîbyayê re xurttir bike.

Ajansa peyamên JANA sêşema îro radigihîne ku şêwirmendê serok Bush bo tenahîya navxweyî ya Amerîka, Frances Townsend di dema seredana xwe ya Lîbyayê de, roja duşemê ew name daye destê rêzdar Qaddafî.

JANA hin nivîsên di nameyê de radigihîne ku dibêje ji dema ku Amerîka û Lîbya par têklatîyên xwe yên dîplomatîk bi temamî dîsa danîne, serkeftineke girîng bi destve xistine. Herwisa dibêje Serok Bush daxwaza xwe anîye zimên li ser ''bipêşvexistin û jinûve avakirina" têklatîyên bi Lîbyayê re.

Di cih de ji Qesra Sipî li ser vê agahîyê tu nûçe û behs ne hatîye ragihandin

Di van salên dawî de navbera Amerîka û Lîbyayê xweş bûye piştî ku Lîbya dijberîya xwe bo terorîzmê anîye zimên û gotîye ku wê dev ji bizavên bi destvexistina çekên komkuj berdaye.

XS
SM
MD
LG