Leşkerê Amerîkî dibêjît çaverê diket El Qaîde li Iraqê hêrîşêt berçav biket, piştî hêrîşêt mezin yêt bi rêberîya Amerîka ku kiryarêt wê komelê têk dayîne.
Peyivdarekî leşkerê Amerîka li Iraqê General Kevin Bergner evro got li heyva pênc-Gulanê û li heyva şeş-Xizîranê 26 rêberêt mezin yêt El Qaîde hatine kuştin yan jî girtin.
General Bergner El Qaîde bi gefa serekî li ser parastina Iraqê da nasîn. Wî ev têbînîye dan piştî li alozkarîyên çend rojan pitir li 250 kes hatîne kuştin.
Leşkerê Amerîkî evro herwisa got li hêrîşêt evro li ser El Qaîde li seranserê Iraqê Hêzêt Hevalbendîyê du terorîst kuştin û 20 berguman girtin.
Leşkerê Amerîkî got li hêrîşeka hevpişk li gel hêzêt Iraqê li bajêrokê Şerwîn, ewê roja sêşembî 20 terorîst hatine kuştin.
Wezareta Navxwe ya Iraqê dibêjît hêzêt parastinê evro 200 kemerbendêt bombekirî bo kiryarêt xwokujîyê di nav kamyonekê da dîtin ku ji Surya derbazî Iraqê bûbû.
Bi alîyekî dî ve Wezîrê Derve yê Almanya dibêjit yek ji du rehînêt Almanî ewêy ku heyva du-Şubatê li Iraqê girtîbûn hatîye azad kirin.
Li hêrîşeka hewayî ya bi rêberîya Amerîka li Musil çar hevwelatîyêt medenî hatine kuştin û çend kesêt dî birîndar bûn.
Leşkerê Amerîkî dibêjît ji xanîyan teqe li wan hatibû kirin, lê şahid dibêjin we nîne.
Peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Emîr Goran li ser vê çendê û hin serpêhtîyêt dî li bajêrê Musil raportek hinartîye. Eger hun bixwazin guh bidine wê raportê li ser malpera Pişka Kurdi ya Dengê Amerîka li rûpela Audioyên Kurdi, bernama 12ê nîvro bibjêrin û dinav dengûbehsan de li wê raportê guhdarî bikin.