Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Tirkîye dibêje PKK çekên Amerîka bi kar tîne


Balyozê Tirkîye li Amerîka dibêjît çekêt Amerîkî digihêjîne destê serhildayêt Kurd yêt ku bi ser sînorî re ji Iraqê hêrîşan dikine ser Tirkîye.

Balyoz Nabî Şensoy evro li Washington got ew di wê bawerîyê de ye ku çekêt ku Amerîka didete hêzêt Kurdan di leşkerê Iraqê da, digehine destê serhildayêt Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK.

Şensoy rêberêt Kurdêt Iraqê bi piştevanî kirina PKK û kiryarêt wê komelê xetabar kirin. Wî negot ku Amerîka rastewxo çekan didete PKK.

Şensoy got bêhnfirehîya xelkê Tirkîye ya bi domahî têt.

Wezîrê Derveyê Iraqê roja duşembîyê gotibû ku Tirkîye 140 hezar serbaz li ser tixubê Tirkîye û bakûra Iraqê kom kirîne.

Amerîka komela PKK bi komeleka terorîst dizane û karbidestêt Amerîkî dibêjin ew ji alozbûna Tirkîye beramberî wê komelê têdigehin lê dibêjin derbaz bûna hêzêt Tirkîye bo nav axa Iraqê da harîkarîyê naket.
XS
SM
MD
LG