Grupa parlamantarêt ser bi oldarê tundrê yê Şî'a Muqtada El Sadr vegeryana xwo bo nav parlamanê ragehand.
Wê grupê evro sêşembîyê ragihand ku 30 qanundanerên wê dîsa vedigerîyeneve jiber ku parlamanê Iraqê razî bûye ku daxwaza wan bi cih bînit û baştir parastina mezargehêt Misilmanan.
Endamên wê grupê li parlamanî li heyva buhurî xwo vekêşabû der birîna nerazîbûnê beramberî peqandina mezargeheka Şî'a li Samarra.
Her evro leşkerê Amerîka destpêkirina hêrîşeke nû ya serekî ragihand li dijî xirabkaran li parêzgeha Anbar bi pişikdarîya neh hezar serbazêt Amerîkî û Iraqî.
Li Bexda hêrîşberekî xwokuj li nêzîkî karwanekî leşkerî peqand û bi kêmî 10 kes kuştin ku sê ji wan serbaz bûn û li parêzgeha Diyala polîs ragihand ku çekdaran şevê dî 29 kes li gundekî kuştin.