Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du serbazêt Tirk giyanê xwo ji dest da û şeşêt dî birîndar bûn


Demê otomobîla wan bi ser bombeyeke ser rêkê derbaz bûyî li başûra rojhilata Turkya nêzîkî tixubê Iraqê ev serbaz hatin kuştin.

Serbazêt birîndar bi helîkopterê bo nexweşxanê hatine veguhastin.

Raport ji Turkya radigihînin ku serhildayêt Kurd yêt Partîya Karkerêt Kurdistanê PKK, berpirsyar bûn bo serhatîya ku li bajêrokê Çellê li parêzgeha Hekarî qewimî.

Leşkerê Turkya hizra derbazbûna bi ser tixubîra diket bo tepeserkirina serhildayêt Kurd li devera tixubî ku gelek ji wan li tixubî derbazî bakûra Iraqê bûyne.

XS
SM
MD
LG