Leşkerê Amerîka li Iraqê dibêje Hêza Hevalbendan di kiryarên li dû rêberên terorîst û şaneyên wan de sê terorîst kuştine û 44 gumanlêkirî jî girtine.
Leşker dibêje îna îro Hêza Hevalbendîyê kiryar li nav û li nêz Bexda, Ramadî û Musilê birêvebirine. Her sê milîtan li dema ku êrîşî Hêza Hevalbendîyê dikirin hatine kuştin.
Di daxuyanîyekê de karbidestên Leşkerê Amerîka dibêjin Hêza Hevalbendîyê herwisa terorîstek girtîye ku guman lê tê kirin ku têklatîyek wî ya nêz hebe digel beşeke Nobetdarên Şoreşgerên Îranî, yan Hêza Qudsê.
Leşkerê Amerîka dibêje roja pêncşemê li Bexda bi du bombeyên li kêleka rê veşartî du serbazên Amerîkî hatine kuştin û yekî din jî birîndar bûye.
Leşkerê Brîtanî jî dibêje roja pêncşemê sê ji serbazên wê jî li Besra bi êrîşeke muşekan ya ser bi bingeha wan ve hatine kuştin.