Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîka li Iraqê girtina çar gumanlêkirîyan radigihîne bi qaçaxçîtîya çekên Îranî


Leşkerê Amerîka radigihîne ku wan çar terorîstên gumanlêkirî girtine bi şika ku ew çekên Îranî yên hin ji wan bombeyên ku pê tanq qul dibin, bi dizzî tînin nav Iraqê.

Ew gumanlêkirî îna îro di kiryarekê de li Dîyala li berdestê sibê hatine girtin.

Peyivdarek Leşkerê Amerîka dibêje “bandora Îranê” li Iraqê rê li ber “aşitî û aramîyê”digre.

Îran heta niha hîn kirin û şandina çekan ji milîtanên Şî’a re li Iraqê, înkar dike û tundûtûjîya li Iraqê dixe stuwê Amerîka.

Îran û Amerîka roja sêşemê cara duwem li ser rewşa tenahîya Iraqê kom bûbûn û biryar dabûn ku komîteyeke ku ji Iraqî, Îranî û Amerîkîyan pêk tê deynin da ku li ser kêşeyê danustendinan bikin.

XS
SM
MD
LG