Polîsê Iraqê dibêje alîkarê Ayetullah Alî El Sîstanî, Şêx Fadil Aqil roja pêncşemê demek dereng dema ku li derveyê mala xwe bûye li bajarê pîrozê Şîeyan yê Necefê ji dûrve gulle lê hatîye reşandin.
Meha buhurî li Necefê alîkarekî din; Şêx Abdullah Felek yê ku bacan jibo Sîstanî dicvand bi kêran hatibû kuştin
Di daxuyanîyeke roja înê de Leşkerê Amerîka li Iraqê ragihand ku çar serbazên Amerîkî di kiryarekê de li Bexda hatine kuştin.
Leşker dibêje roja pêncşemê li rojhilata Bexda sê serbaz bi teqîna bombeka li kêleka rê veşartî hatine kuştin û 11ên din jî birîndar bûne. Berî wê leşker got dema ku li rojava paytexta Iraqê kiryareke şerrî birêve dibirin serbazek hatîye kuştin û sisêyên din jî birîndar bûne.
Leşkerê Amerîka herwisa ragihand ku îro 17 bergumanên xirabkarîyê girtine di kiryaran de li dijî El Qaîdeya Iraqê li dora rûbarê Dicle.
Ji alîyekî din ve hikumeta Iraqê got Serokwezîr Nurî El Malikî wê roja sêşemê seredana Tirkîye bike û roja çarşemê jî diçe Îranê. Peyivdarê rêzdar Malikî got kombûna serokî bi herdu welatan re dê bi giştî li ser pirsên tenahîyê be.
Kombûna li Ankara wê li ser xema Tirkan be; ya li ser kiryarên serhildayên Kurdan ji ser xakê bakûra Iraqê ber bi Tirkîye ve.