Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîka li seranserê Iraqê dest bi kiryareke mezin kir


Leşkerê Amerîka îro (duşemê), dest bi kiryareke mezin ya leşkerî kir li seranserê Iraqê da ku milîtanên tundrê bîne ser rê.

Daxuyanîyeke leşkerî dibêje Kiryara Phantom Strike "wê bi rêya kiryarên hemdem li seranserê Iraqê bête birêvebririn bi armanca dana dû terorîstên El Qaîde û tundrêyên ku ji alî Îranê ve piştevanî lê tê kirin."

Berî wê, karbidestan gotibûn ku Hêza Hevalbendîyê li bajêrokê Sadr yê Şî'aya Bexda, berdestê sibeha roja yekşemê çendîn milîtan kuştine û 13 Îranîyên bi gumana qaçaxçîtîya çekan girtine.

Daxuyanîya leşkerî got Hêza Hevalbendîyê herwisa di wê kiryarê de qamyonekê teqandîye û "pê sê an pênc terorîstên gumanlêkirî hatine kuştin."

Roja yekşemê Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî gazî rêberên sîyasî yên Iraqê kir bo kombûneke bo jinav birina cudahîya di navbera wan de ku dibe sebebê asê bûnekê di hikumetê de.

Wî got dibe ku rêberên tîreyî yên Iraqê îro demek dereng an jî sibê roja sêşemê dest bi kombûnan bikin.

XS
SM
MD
LG