Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du rehîneyên Koreya Başûr yên li Afganistanê hatine berdan


Du rehînêt jin yêt Koreya Başûr ku ji alîyê milîtanêt Talîban ve li Afganistanê hatibûne revandin hatine berdan.

Herdu jin teslîmî karbidestêt rêxistîya Xaça Sor hatine kirin yêt ku bo navbera Koreya Başûr û milîtanêt Talîban navberîyê dikin.

Nunerêt Talîban soz dabû ku bo dîyar kirina başnîyazîya xwo, ji 21 rehînêt Koreya Başûr, du li wan azad biken, ewêy heftîya buhurî li parêzgeha Xeznî li başûra Afganistanê bi harîkarîya rêxistîya Xaça Sor ya Navnetewî, karbidestêt Koreya Başûr yêt danustandinêt rastewxwo digel Talîban diken.

Serhildayan li 19ê heyva heft-Tîrmehê 23 welatîyêt Koreya Başûr ku bo kiryareke mirovanî ji parêzgeha Xeznî derbaz dibûn revandin.

Du rehîne hatine kuştin û milîtanan gefe kirîye ku hêjta milîtanan bikujin heke hikumeta Afganistanê daxwazêt wan bo berdana girtîyêt Talîbanê bi cih ne înet.



XS
SM
MD
LG