Karbidestêt nexweşxana yêt Felestînî dibêjin bi kêmîve çar Felestînî hatine kuştin û 12 yên dî jî birîndar bûne di lêkdanan de digel hêzêt Îsraîl li başûra devera Xezze.
Dibêjin du ji kesên hatine kuştin milîtanêt Hamas in û herduwêt dî sivîl in yekî ji wan kesekî 40 salî ye ku li wêrê rawestîyabû.
Şahidêt Felestînî dibêjin wî şerrî destpêkir demê evro hêzêt Îsraîlî hatine nav wê deverê da nêzîkî bajêrokê Xan Yunis.
Herwisa firokêt Îsraîlî jî hêrîş kirine ser deverê. Leşkerê Îsraîlî dibêjît hêzêt wê li tunela digerîyan bi dirêjîya tixubî, da nehêlin Felestînî muşekan di ser tixubî ra bavêjine Îsraîlê.
Îsraîlê got serbaza dest bi teqeyê kir piştî çekdarêt Felestînî dest bi teqekirinê kirî.