Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzgarê Musena li Iraqê hat kuştin


Karbidestên Iraqî dibêjin bi peqîna bombeka ser şeqamê parêzgarê Musena li başora Iraqê hat kuştin.

Herwesa bi kêmî sê nobetdarên Muhemed Elî El-Hesenî hatin kuştin. Rîniştevanên deverên bakora rojhelata Herêma Kurdistana Iraqê dibêjin ku hêzên Iranî gundên Iraqê topbaran kirin.

Karbidestên Kurd li bajerokê Hacî Omeran li parêzgeha Hevlêrê dibêjin jiber wê topbaranê agir berbu berhemên cûtkarîyên gundîyan û xelkî malên xwe hêlayne.

Mamostayek li Hacî Omeran gote Dengê Amerîka ku Iran her şev deverên tuxîvî topbaran diket.

Herwesa hatîye ragehandin ku Iranê bajerokê Qeladize li parêzgeha Silêmanî topbaran kirye.

XS
SM
MD
LG