Kombûn dirêjtir bû ji wextê ku bo hatibû danan û têda behsê gelek pirsan hate kirin. Serok Bush dibêje gelek babet hebûn ku li ser bi axivin û peyvêt nerm bo wî zilamî hebûn, yê ku Amerîka bahra pitir digel rehet nebûye.
Serok Bush dibêjit "Ew zilamek e ku bi sanahî danûstandin digel tête kirin. Ez gelekî rehet bûm li danûstandina xwo digel serok Hu."
Rêzdar Bush dibêjit wan bahsê Îranê, Darfur û Koreya Bakûr kir û pirsêt aborî û silametîya berhemêt Çînê kirine ku firotine Amerîka û gelek li wan vê domahîyê li dûv pîvanên silametîyên Amerîkî nebûn.
Serok Bush dibêjît helwesta serok Hu li ser silametîya berhema gelek ya rohn bû û min rêz bo têbînîyêt wî hebûn.
Rêzdar Bush herwisa gote rojnamevanan ew hatîye mêvan kirin biçîte Çînê bo yarîyêt Olîmpîk yê sala 2008ê li Pekînê û dibêjît wî pê xwoş e wê seredanê biket.