Seraya Sipî ji Kongresê re gotîye ku rêberên Iraqê li ser jibo armancên grîngên danayî yên li ser meseleyên wek tenahî û sîyasî karekî kêm kirine
Birêveberîya Bush jibo Iraqê 18 babetan nirxandîye û ji wan di neh waran de an jî di nîvê wê jimarê de pêşketin çêbûne. Ev jî nîşan dide ku ev yek ji nirxandina berî du mehan ya li ser Iraqê piçekî din çêtire.
Di wê demê de Serok Bush gotibû ew encam hêj ne temamin. Wî gotibû ku ew dê li benda nirxandina dawîn be da ku bizanibe ka guhertina di stratejîya wî ya bo Iraqê de pêdivîye an na.
Ev raporta îna îro ya ku ji alî Kongresê ve hatibû xwestin piştî gotara rêzdar Bush ya şeva pêncşemê hatîye belav kirin ku tê da ji gelê Amerîka re digot Welatên Yekgirtî li Iraqê bi serkeftîye. Di gotara xwe da li ser televîzyonê serokî ji hemu gelê Amerîka re got bi xêra serkeftina li Iraqê ew dê li meha heft-Tîrmeha sala bê, karibin 30 hezar serbazên zêde ku di destpêka vê salê de şandibûn Iraqê vekêşin.
Li bingeheke serbazên Marîn li derveyê Washingtona paytext (li Quantico) îro rêzdar Bush got li Iraqê hewqas bi serkeftine ku karin îdî dest bi vekêşana serbazan bikin.