Di wê dema ku qanundaner li ber in ku destûrnameyeke nû amade bikin, Leşkerê Tirkîye huşdarîyê da ku dê ew sîstema sekulera welatî biparêze
Serokê Leşkerê Tirkîye General Yaşar Buyukanit duşema îro li Stenbolê got, bi gotina wî tu hêz nikare sîstema sekuler ya Tirkîye biguherîne. Wî herwisa dijberîya xwe dubare kir ya li dijî damezirandina welatekî serbixwe yê Kurdan li bakûra Iraqê û got ev dê jibo Tirkîye bibe metirsîyeke sîyasî û tenahîyê.
Partîya desthilatdar, Partîya Dad û Pêşveçûnê AK Partî ji dema ku di hilbijartinên meha şeş de bi serkeftîye û heta niha amadekirina destûrnameya nû ji xwe re kirîye wezîfa yekem.
Sekuler anku îlmanîyên Tirkîye ku leşker yek ji wan e, partîya AK ya ku rehên wê yên îslamî hene, tawanbar dike bi xurtkirina rola olê di nav civatê de bi rêya kêm kirina qedexe kirinên li dijî sembolên olî yên wek hîcab û şerpeyên serî.
Serokkomarê Tirkîye Abdullah Gul yê ku endamê partîya desthilatdar e, hebûna ajandaya wan ya îslamî înkar dike.