Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîmêt danûstandinan dest bi daraştina belavnameyekê dikin ku têde behsê dewleteke Felestînî tê kirin


Karbidestekî Îsraîlî dibêjît rêberêt Îsraîlî û Felestînî gotîyê tîmêt danûstandina da dest bi dareştina belavnameyekê bikin da amade bibît bo konferansa aştîyê bo Rojhilata Naverast li meha bêt.

Evro li Urşelîm-Qudsê serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert û serokê Felestînî Mahmud Abbas li ser wê belavnamê axiftin ku dê behsê damezirandina dewleteke Felestînî têda hête kirin.

Peyivdarekî rêzdar Olmert got tîmêt danustandina dê çend careka kom bin di heftîyêt hatî da bo darêştina belavnamê.

Li Washington peyivdarekî Amerîkî got Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice dê li heftîya bêt diçîte seredana rojhilata naverast bo nêzîk kirina boçûnêt herdu alîyan berî konferansa meha 11 li ser Rojhilata Naverast ku Amerîka li ber e wê konferansê rêk bixît.

XS
SM
MD
LG