Serokê Pakistanî Pervîz Muşeref zorîna dengên helbijardina serokatîya welatî bidestve îna, lê buheye Civata Bilind encamên helbijardina helweşînit.
Komisyonerê dezgeha helbijardinê, Qazî Muhemed Farûq dibêjit Ceneral Muşerefî 252 ji 257 dengan li perlemanî bidestve îna.
Televizyona Pakistanê ragehand ku Ceneral Muşeref herwesa li sê ji çar civatên herêmî serkeftin bidestve îna.
Lê serkeftina wî fermî nîye heta Dadgeha Bilind biryarê ser nedet.
Bu pêzanînên pitr liser helbijardinên serokatî li Pakistanê, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.