Hukumeta Iranê ragehand ku wê libere tuxîvê xwe digel bakora Iraqê veket, piştî girtna tuxîvê bu demê du heftîyan bu derbirîna nerazîbûnê biramberî girtna hevwelatîyekê Iranî ji layê hêzên Amerîkî ve.
Dezgehên ragehandina Iranê liser zimanê Muhemed Ce’fer, karbidestê Civata Bilind ya Prastina Niştîmanî ya Iranî, ragehand ku tuvîvê Iranê digel Herêma Kurdistana Iraqê li roja Yekşembî vediket.
Lê peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li xalê tuxîvîyê Başmax ragehand ku heta hêvarîya Yekşembî tuxîv nehatîye vekirin.
Li dumahîya heyva Îlonê Tehranê tuxîvê xwe digel Herêma Kurdistanê dayêxst piştî hêzên Amerîkî Muhemed Ferhadî bi gumana endambûnê li Hêza Quds ya Iranî li bajêrê Silêmanî girt.
Karbidestên Iraqî û Iranî dibêjin Ferhadî endamê şandeka bazirganîya Iranî buye ku bu Kurdistana Iraqê hatibu gazî kirn.
Karbidestêt Iraqî dibêjin girtna tuxîvî gefeka mezine bu ser aborîya Herêma Kurdistanê ku bu xarin û kerestên dî pişta xwe bi Iranê girê didet.