Karbidestên Iraqê dibêjin teqîna otomobîlek bombekirî li bajêrê Kerkukê, li bakûra welatî bûye egera kuştina alîyê kêm heft kesan û birîndar bûna 50 kesên dî li dû raporta peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Yehya Berzincî.
Li cihek din li Iraqê karbidestên Leşkerê Amerîka dibêjin du serbazên hevalbend hatîne kuştin û 40 kes jî birîndar bûne li nav êrîşa roja çarşembîyê ya bi hawanan ya bi ser kempa Victory ku bingehek mezin ya Leşkerê Amerîka ye, li nêzîk balafirgeha Bexdayê.
Dengûbahsek din: Şeş grupên serhildawêt serekî yên Îslamî yên Sunnî pêkanîna civatek nû ragihandine jibo şerkirin dijberî hêzên bi rêberîya Amerîka.