Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Turkî hêrîşên li dijî serhildayên Kurd didomînin li başûra rojhilata Turkîye


Helîkopterên şerrî yên Turkî roja duwê êrîş kirin ser cihên serhildayên Kurd li herêmeka sînorî li başûra rojhilatê.

Şahid dibêjin sibeha sêşema îro helîkopter li ser çîyayekî parêzgeha Şernexê firrîyane û piştî wê bi demek kin, duwekî reş ber bi asmanê ve bilind bûye.

Serokwezîrê Turkîye Recep Tayyip Erdogan îro got lazime Turkîye li dijî terorîzmê kiryara leşkerî bike. Di axaftina xwe de li Parlamanê jibo endamên partîya xwe wî daxwaz ji Amerîkayê kir ku bi lez li dijî serhildayên Kurdên bingeh li bakûra Iraqê pêngavan bavêje. Erdogan heftîya diçe Washingtonê da ku bi Serok George Bush re li ser vê meselê bi peyive.

Ji roja duşemê were heta niha di şerr de sê serbazên Turk hatine kuştin. Yê çarê roja duşemê li dûrî bakûra sînorê Iraqê mir jiber teqîna mayînekê ku wisa tê bawer kirin ji alî serhildayan ve hatibûye danan.

XS
SM
MD
LG