Turkîye dibêje plana danana toleyên dijî serhildayên Kurd li bakûra Iraqê û piştevanên wan, zirarê nagihîjîne hevwelatîyên ku pêywendî digel PKK nînin.
Wezîrê Derveyê Turkîye Alî Babacan pêncşema îro ranegihand ka siza anku toleyên aborî ji çi pêk tên. Belê di axaftina xwe da bo peyamhinêran li Ankara got Turkîye naxwaze bibe egera nerehetî û dijwarîyê bo xelkê sivîl.
Li Washington rêzdar Bush got ew bi dilgeşî li benda Erdogan e da ku Turkîye û Amerîka bi hevre kar bikin li ser rê giritina li ber PKKê da ku nikaribe êrîşan li dijî hêzên Turkî bike.
Pêştir îro Recep Tayyîp Erdogan gotibû ew biryara toleyên aborî yên duhî ku ji alî kabîneya hikumeta Turkîye ve hatîye pesend kirin hêj nayê bikar anîn. Wî herwisa nûçeya kanala NTV înkar kir ku dibêje wê Turkîye wek beşek ji toleyên aborî li dijî çekdarên PKK asmanê xwe bigre bo firrokeyên ku tên û diçin bakûra Iraqê.