Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bhutto daxwaza xwenîşandanê kir li dijî destûdarê tengavîyê


Serokwezîra berê ya Pakistanê Benazir Bhutto ragihand ku plana xwenîşandaneka mezin yê heye li nêzîkî paytextê Pakistanê Îslamabad.

Ew xwenîşandan dê roja şembîyê ête kirin dijî ragihandina destûdarê tengavîyê ji layê serok Pervez Muşerrefî ve.

Îro çarşembîyê xanim Bhutto daxwaz ji piştevanêt xwe kir dijî biryara nehêlana kombûna rawestin, ewa ji layê serokî ve hatî ragihandin û amade bin roja înîyê li bajarê Rawalpindi li demê berpirsên wî bajarî gotin em rê nadîne ew xwenîşandan bêne kirin.

Li eynî dem de xanim Bhutto ligel rêberên rikeberê li Îslamabad kom bû jibo nehêlana destûdarê tengavîyê. Û herwisa ji derveyê dadgeha Îslamabad parêzgera xwenîşandan kirin û pêkdadan di navbera wan û polîsan çêbî.

Ji alîyekî din ve rêberên partîya serok Muşerref ya desthilatdar dibêjin destûdarê tengavîyê bo demê du yan sê heftîyan dê vekêşit.



XS
SM
MD
LG