Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyêt Yekgirtî dibêjît rêya danûstandinê li Burma peyda bûye


Pêşvenêrê Neteweyêt Yekgirtî Îbrahîm Gembarî dibêjît derfetek peyda bûye bo danustendina navbera rêberêt leşkerê Burmî û rêbera hevrik Aung San Suu Kyi ku li jêr desteser kirinê ye.

Gembarî got ev derfete hate bidestve înan piştî seredaneka şeş rojî bo Burma. Gembarî evro seredana xwe bo Burma bi domahî îna piştî digel Aung San Suu Kyi li Rangoon kom bûy ku li jêr desteser kirinê ye li mala wê da.

Di belavnameka Neteweyêt Yekgirtî da piştî kombûnê Gembarî got pêşveçûn hatîye kirin ku reng e bibîte berahî bo danûstandina.

XS
SM
MD
LG