Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li dû pêzanînên raportan serhildayan li başûra rojhilata Turkîye çar serbazên Turkî kuştine



Raportên çapkirî radigihînin ku di şerrekî navbera serhildayên Kurd û leşkerê Turkîye de çar serbazên Turkî li başûra rojhilata Turkîye hatine kuştin.

Raport dibêjin serbaz sêşema îro li parêzgeha Şernexê li nêzî sînorê Iraqê hatine kuştin.

Serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê di van heftîyên vê dawîyê de li başûra rojhilata welatî zincîreke hêrîşên xwînrêj kirine li dijî hêzên leşkerî yên Turkî.

Turkîye gefe kirîye ku ew dê dest bi operasyoneke leşkerî bike li nav bakûra Iraqê da ku êrîş bike serhildayên PKK yên ku xwe li wê derê vedişêrin.

Di vê navê de raportên cur bi cur hene ku dibêjin Turkîye îro derbazî asmana bakûra Iraqê bûye.

Hin raport li ser zarê karbidestên Kurdên Iraqê û şahidan dibêjin firrokeyên Turkî gundên vala yên li nêzî sînorê Turkîye bombebaran kirine belê tu birîndar an jî kuştî nînin. Raportek din jî li ser zarê karbidestekî Kurdê Iraqê radigihîne ku firrokeya Turkî tenê fîşekên ronîyê berdane deverê.

Serokwezîrê Turkîye Recep Tayyîp Erdogan îro got heya wî ji tu êrîşên asmanî yên ser bi bakûra Iraqê ve tuneye.

XS
SM
MD
LG