Serokwezîra girtî ya berê ya Pakistanê Benazir Bhutto ji rêberê leşkerî Pervez Muşerref xwest ku ji serokatîya leşkerî û serokatîya welatî xwe vekêşîne.
Xanim Bhutto ev daxwaze kir piştî ku polîs bi hêzeke giran dor li mala wê ya li Lahorê girt da ku rê li ber meşa mezin ya li dijî destûdarê tengavîyê bigre.
Ev cara yekê ye ku xanim Bhutto ji General Muşerrefî dixwaze ku ew bi temamî dev ji karê xwe berde. Wê herwisa got ew tucar nikare li jêr desthilata Muşerref serokwezîrîyê bike û hin îşaretan da li ser dibe ku partîya wê beşdar nebe di hilbijartinan da ku serok Muşerref soz daye wê heta nehê meha yek bên kirin.
Piştevanên xanim Bhutto dibêjn ew berbayî êrîş û berbendkirinên polîsan yên li ser xwenîşandanan nakevin û ew dê meşa xwe ya ji Lahore heta Îslamabadê bikin.