Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Negroponte seredana Pakistanê diket


Karbidestên Pakistanî dibêjin serok Pervêz Muşerref gotîye harîkarê wezîra derve ya Amerîkî John Negroponte ku kanona destûdarê tengavî pêtivî bu da ku helbijardinên perlemanî yên welatî bi aştîyane birêve biçin.

Negroponte, ku bilindtirîn karbidestê Amerîkî ye seredana Pakistanê biket ewêt destûdarê tengavî berî du heftîyan hat ragehandin, bu pitir ji du demjimêran roja Şembî li Islamabadê digel Ceneral Muşerref kom bu.

We çaverê dihate kirn Negroponte giranîyê danête ser Ceneral Meşerrefî da kanona destûdarê tengavî raket û birêve çûna helbijardinên dîmokratî gerentî biket.

Bi layekê dîve, serokê televizyona Geo li Pakistanî gote Dengê Amerîka ku hukumetê ew televizyon neçar kirye da pexşa nêvneteweyî ragirt, piştî pexşa navxweya televizyonê hat ragirtin.

XS
SM
MD
LG